Navenda bajarê Kobanê û gundewarê wê bi çekên giran tên hedefgirtin

topbaran îro danê sibê berfire bûye.
کوردستان TV
100%

Dagirkeriya Tirk topbarana xwe li ser gundên herêmê berfireh dike û gundên Boban, Siftek, Şêxler, Sêlim û Aşmê, her wiha navenda bajarê Kobanê bi çekên giran topbaran kir.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihadin ku topbarana dagirkeriya Tirk li ser herêmê berdewam dike. Dagirkeriya Tirk bi dehan topan navenda bajarê Kobanê û derdora û hejmareke gundên rojavayê Kobanê hedef girtin.

Li gorî agahiyan, gundên Boban, Siftek, Sêlim û Aşmê yên li ser sînorên Sûriye-Tirkiye yên rojavayê bajarê Kobanê, her wiha bajarokê Şêxler Jorîn ê li hember bajarê Cerablusê yê dagirkirî li qiraxa rojhilatê çemê Firatê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin.

Nûçegihanên me ragihandin ku dagirkeriya Tirk ji baregehên xwe yên li hember Kobanê, navenda bajarê Kobanê bi çekên giran topbaran dike.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama topbaranê de zirarên madî di milkên welatiyan de çêbûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.