Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan pêdiviya xwe bi yekdengiyê heye

dibêje lazime bo derbas kirina Îraqê hevkariya Îraqê were kirin.
کوردستان TV
100%

Bo 76mîn salvegera damezrandina PDK peyameke pîrozbayî belav kiriye.

Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 76mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û roja ji dayik bûna Serok Barzanî peyameke pîrozbayî belav kiriye û di peyamê de rixmî ku hêviya temendirêjî û leş saxiyê bo Serok Barzanî xwestiye hevdem hêvî kiriye ku PDK li ser xebat û têkoşîna xwe ya pêşeng bo bidest xistina tevahiya mafên gelê Kurdistanê berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî herwiha pîrozbayî li Serokatiya PDK, mekteb siyasî, endam, alîgirên PDKê û xelkê Kurdistanê kiriye û hêvî xwestiye ku PDK bikaribe weke demên derbasbûyî, xizmetên zêdetir pêşkêşî gelê Kurdistanê bike.

Barzanî di beşeke din ji peyama xwe de nivîsandiye ku PDK li ser destê Nemir Mele Mistefa Barzanî û têkoşerên Kurdistanê bo bidest xistina maf û azadiya gelê Kurdistanê û rizgariya Kurdistanê hatiye damezrandin û bo vê yekê jî gelek qurbanî dane û xwestek û xewnên gelê Kurdistanê kire bernameyeke siyasî ya serdemiyane.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku PDK hertim xwedan hizr û ramaneke netewî û nîştimanî bûye, alîgirê azadiyê, demokrasiyê, bihevre jiyana aştiyane û hev û du qebûl kirinê bûye û niha jî li ser heman rêçikê berdewame.

Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku îro di vê bîranîna han de lazime tekez li ser vê yekê were kirin ku îro Kurdistan ji her serdemekê zêdetir pêdiviya xwe bi yekdengî û yekhelwestiyê heye bo rûbirû bûna astengiyan û berevanî kirin ji maf û destkeftiyên heyî.

Herwiha lazime ku aliyên Kurdistanî hevkar û alîkarên aliyên Îraqî jî bin bo derbas kirina Îraqê ji qirîza heyî û çareser kirina kêşeyan.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.