Mûşek ji Mûsilê hatine avêtin.
Navenda antî terora Kurdistanê ragihand ku kêliyek beriya niha bi du mûşekan ku li devera Gogcelî ya li Mûsilê hatine avêtin, êrîşî ser navenda leşkerî ya hêzên Tirkî ya li Zilêkanê ya li Başîkê hatiye kirin.
Yek ji wam mûşekan di nava navenda leşkerî de ketiye û mûşekeke din jî li derveya navendê ketiye û ti zirarên canî li pey nebûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin