Vê roja şemî li meydana Tehrîrê xwepîşandan were kirin.
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ku ev demêke ferman bi alîgirên xwe kiriye daku dest bi xwepîşandanên girseyî bikin, duhê dîsa daxwaz ji alîgirên xwe kir daku xwepîşandaneke miliyonî li Bexdayê lidar bixin.
Li gor daxuyaniyên Sediriyan, Muqteda Sedir daxwaz kiriye ku roja şemî, seat 5 êwarê bi miliyonan kes li meydana Tehrîr ya li Bexdayê kom bibin û ber bi meydana ahengan ya li Bexdayê ve bimeşin.
Sedir daxwaza hilweşandina parlementoya Îraqê û hilbijartinên pêşwext dike û li hember de jî aliyên çarçoveya hemahengî dibêjin lazime parlemento bicive, Serokkomar û Serokwezîr werin hilbijartin û hikûmeta nû jî were avakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin