Di nava hefteyekê de ji derveya welat 80 hezar kes serdana Kurdistanê kirine.
Wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku di nava 7 rojan de ji 5ê Tebaxê heta 11ê Tebaxê ji derveya welat bi giştî 80 hezar kes serdana Kurdistanê kiriye.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku di nava heman hefteyê de bi giştî 158 hezar û 843 kes hatine Kurdistanê ku ji wan 43 hezar û 166 bi rêya balefirxaneya Hewlêrê, 9 hezar û 43 kes bi rêya balefirxaneya Silêmanî, 16 hezar û 434 kes bi rêya deriya Hac Omeran, 71 hezar û 496 kes bi rêya deriya Îbrahîm Xelîl û 18 hezar û 731 kesên din jî bi rêya deriyên Perwêzxan û Başmaxeve serdana Kurdistanê kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin