QSD`ê ragihand ku hêzên wan li bajarokê Til Birak ê girêdayî kantona Qamişlo operasyoneke taybet li dar xistine, di encamê de endamê şebekeyeke MÎT`ê hat kuştin û 2 sîxurên din hatin girtin.
Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ev daxuyanî da:
“Pêncşema borî (11`ê Tebaxê) hêzên me bi operasyoneke taybet girtin ser cihê ku şaneyeke MÎT`ê li taxa Ebû Erzalê ya bajarokê Til Birakê xwe lê veşartibû.
Şane ji 3 kesan pêk tê û destên wan di şehîdxistina gelek hevrê û fermandarên me de heye. Wana li herêma Til Birakê û Qamişlo ji bo îstixbarata Tirkiyê 'MÎT' kar dikir û agahiyên li ser xebatkarên Rêveberiya Xweser û xebatkarên saziyên sivîl, leşkerî û xizmetguzarî didan MÎT`ê.
Di vê operasyonê de, endamekî şaneyê yê bi navê “Ezîz Mihemed El Mihemed” xwe radest nekir û li ber xwe da, hêzên me neçar man bersivê bidin û di encamê de hat kuştin. Her wiha 2 ajanên din hatin girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî çend saetan ji kuştina “Ezîz Mihemed El Mihemed” ku ji bo MÎT`ê kar dikir, hin malperên Facebookê yên girêdayî MÎT`ê û çeteyên wê, agahiya kuştina wî belav kirin û hewl dan nasnameya wî veşêrin û wî weke sivîl nîşan bidin û karên wî yên qirêj binixumînin.”
QSD`ê diyar kir ku ev operasyona di çarçoveya “Operasyona Sondê” de pêk hatiye ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo tunekirina şebekeyên MÎT`ê û girtina endamên wan piştî zêdebûna êrişên dagirkeriya Trik li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 31`ê Tîrmehê de “Operasyona Sondê” eşkere kiribû.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin