Duhê jî dronên Tirkî 4 kesên din kuştibûn.
Li gor zaniyariyên berdest, piştî êrîşa duhê ya balefirên bêpîlot yên Tirkiyeyê bo ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û can ji dest dana 4 kesan, HSD jî daxuyaniyek daye.
Di daxuyaniya HSDê de hatiye gotin ku vê HSD tola şehîdên xwe ji Tirkiyeyê hilde û berevanî ji xwe û gelê deverê bike.
Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Xweser jî diyar kiriye ku bêdengiya Amerîka û Rûsyeyê li hember êrîşên Tirkiyeyê nîşaneya hebûna rêkeftinekê ye di navbera wan de.
Weke tê zanîn Tirkiye li ser gefên xwe yên bo lidar xistina operasiyonên leşkerî û dagîrkirina deverê biîsrare û dibêje di demeke nêz de vê operasiyonê bike.
Ji aliyeke din ve artêşa Tirkiye û komên terorîst yên cîhadî yên Tirkiyeyê berdewamin li ser topbaran kirina deverê.
Herwiha duhê jî çapemeniya Tirkiyeyê qala vê yekê kiribû ku mimkune Erdogan û Esed bi rêya teleftûnî behsa rewşa deverê bikin lê wezareta derve ya Sûriyeyê ev yek red kir û ragihand heta hêzên dagîrker yên Tirkiyeyê di nava axa Sûriyeyê de hebin, Esed ne amadeye li gel Erdogan ti peywendiyeke raste rast anjî telefûnî deyne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin