Şanda Îranî dîsa bi destê boş vegeriya

hîn jî dema destpê kirina gereke din nehatiye diyarkirin.
کوردستان TV
100%

Dawî bi gera nû ya danûstandinan hat.

Gera nû ya danûstandinên navbera Îran û welatên cîhanê ya derbarê bernameya etomiya Îranê vê carê jî bêyî bigehêje ti encamekê bi dawî hat.

Ev gera nû yaku ev çend roj bû li Viyenayê dihat meşandin, jiber nakolî û aloziyên navbera Îran û welatên Rojavayî, bêyî ku bigehêje ti encamekê bi dawî hatiye û şanda Îranî û şandinên welatiyên Rojavayî vegeriyane welatên xwe.

Yek ji mijarên sereke ku bûye sedema nakokiyan di navbera aliyan de, têkiliyên navbera Îran û ajansa cîhaniya etomê ye.

Weke tê zanîn ev salek û 6 mehe ku di navbera Îran û welatên Rojavayî de danûstandin tê kirin lê heta niha ti encam jê derneketiye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.