Zirarên madî û canî jî hene.
Li gor çapemeniya Îraqê, kêliyek beriya niha li bajarê Necefê teqîneke gelek mezin çê bûye.
Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku, teqîn di nava depoyeke çek û cebelxaneyê de çê bûye û di encama teqînê de zirarên canî û madî hene.
Tê gotin ku, ev depo ya çekdarên heşda şebiye.
Heta niha zaniyariyên zêdetir derbarê teqînê de nehatine belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin