Daxwaz ji parlementoyê tê kirin tedbîrek bistîne.
Li gor çapemeniya Farsî, herî kêm zêdetir ji 4 hezar zarokên rayedar û berpirsên Îranî li derveya Îranê dijîn.
Îndîpêndetê Farsî belav kiriye ku ev 4 hezar zarok li derveya Îranê jiyaneke gelek xweş derbas dikin û mesrefên jiyana wan jî ji aliyê rejîma Îranê ve têne dabînkirin.
Di nûçeyê de hatiye eşkere kirin ku mehane pereyeke gelek zêde ji Îranê bo xercên wan zarokan bo derveya Îranê tê şandin.
Ji aliyeke din ve hin aliyên Îranî jî daxwaz ji parlementoyê dikin ku li hember vê rewşa han tedbîreke tund bistîne û pereyên ku bo wan zarokan têne şandin rawestîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin