Ev çend roja şandeke wezareta pêşmerge li Amerîkayê ye.
Şanda wezareta pêşmerge yaku bi Serokatiya wezîrê pêşmerge, Şoreş Îsmaîl, ev çend roje li Amerîkayê ye, civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Amerîkî didomîne.
Şanda wezareta pêşmerge piştî civînên xwe yên li gel rayedarên wezareta berevanî û derve yên Amerîkayê, vê carê jî li gel rayedarên Kongrêsa Amerîka û koşka spî civiya.
Di civînan de behsa hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Amerîkayê, piştîvaniyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge û prosesa reforman û yek xistina hêzên pêşmerge hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin