Duhê Îsraîl devera Xezeyê bordiman kiriye.
Piştî êrîşa koma çekdar ya cîhada Îslamî ya bi mûşekan bo ser Îsraîlê, Îsraîl jî bi tundî bersifa êrîşa han da.
Di vê derbarê de çapemeniya Îsraîlê dibêje me duhê li dijî koma çekdar ya cîhada îslamî dst bi êrîşeke dijwar û berfire kiriye û bi tenê duhê 14 pêgehên vê komê hatine jinav birin û Fermandareke wan ya devera Bakûrê Xezeyê jî hatiye kuştin.
Çapemeniya Îsraîlê herwiha eşkere kiriye ku di êrîşên duhê de hêzên leşkerî yên Îsraîlê 16 tom cebelxane bikar anîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin