Xwestine êrîşî ser welatiyên Îsraîlî bikin.
Çapemeniya Tirkiyeyê ragihand ku MIT û hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê karîne, li dijî Sîxorên Îranî yên li Tirkiyeyê operasiyonek lidar bixin.
Di nûçeya çapemeniya Tirkiyeyê de qala vê yekê hatiye kirin ku MIT û hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê karîne piştî çavdêriyeke hûr û kûr, 10 welatiyên Îranî bigirin ku li Tirkiyeyê karên sîxorî kirine û xwestine êrîşî ser welatiyên Îsraîlî yên li Tirkiyeyê bikin.
Weke tê zanîn mehek beriya niha li Tirkiyeyê dîsa 8 welatiyên din yên Îranî bi heman hencetê hatibûn girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin