Vê îro li Viyenayê civîn were lidarxistin.
Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihandiye ku vê îro pêncşem gereke nû ya danûstandinên navbera Amerîka, Ewrûpa û Îranê ya derbarê bernameya etomî ya Îranê de destpê bike.
Li gor gotinên Nasir Kenanî, şanda Îranî, Amerîkî û Ewrûpayî duhê şev çûne Viyenaya paytexta Nemsayê û dest bi amadekariyên civîneke din kirine.
Weke tê zanîn ji sala 2015an ve heta niha gelek civîn û hevdîtin di navbera wan aliyan de li ser bernameya etomiya Îranê hatine lidarxistin lê heta niha ti encameke mayinde ya wan civînan nebûye, Îran welatên Rojavayî û welatên Rojavayî jî Îran tawanbar dikin ku naxwazin rêkeftineke nû were îmzekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin