Sedir duhê daxwaza hilbijartinên pêşwext kiribû.
Duhê êwarê Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir gotarek pêşkêş kir û ragihand ku şoreşa Sediriyan bo reformane li Îraqê û amadeye bo reforman jî xwe bide kuştin.
Sedir di gotara xwe de daxwaza hilweşandina parlementoya Îraqê û hilbijartinên pêşwext kiribû.
Her di vê derbarê de hevpeymaniya Fetih yaku endameke girîng ya çarçoveya hemahengiyê ye, ragihand ku ev piştîvaniya daxwaza Sedir ya bo hilbijartinên pêşwext dike.
Serokê hevpeymaniya Fetih Hadî Amerî diyar kiriye ku ev weke hevpeymaniya Fetih piştîvaniya daxwaza Sedir ya bo hilbijartinên pêşwext dike.
Weke tê zanîn hilbijartinên parlementoya Îraqê di Cotmehê de hatibûn kirin lê heta niha aliyên siyasî yên Îraqê nikarîne li ser ava kirina hikûmetê lihev bikin lewre ev çend roje alîgirên tevgera Sedir parlementoya Îraqê kontrol kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin