Serokê herêmê di merasîmê de amadeye.
Îro 3ê Tebaxa 2022an bi minasebeta 8 saliya komkujiya Şingalê, li Dihukê merasîmek hate organîzekirin.
Di vê merasîma han de yaku bi xwendina sirûda nîştimanî ya Ey Reqîb destpê kir, çend peyv û gotar derbarê komkujiya Êzidiyan û kiriyarên terorîstên DIŞIê de hatin pêşkêşkirin.
Di destpêka merasîmê de Parêzgarê Dihukê gotarek pêşkêş kir û tekez li ser baştir xizmet kirina Êzidiyan û awedan kirina Şingalê kir.
Her di heman merasîmê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser tawana komkujiya Êzidiyan û tekez li ser hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo awedan kirina Şingal, vegerandina serfirazane ya awareyên Şingalê û azad kirina revandinên Êzidî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin