Serok Barzanî: Lazime rêkeftina Şingalê were cîhbicîh kirin

dibêje pêngava yekem ya normal kirina Şingalê derketina hêzên derqanûniye.
کوردستان TV
100%

Bo 8mîn salvegera komkujiya Şingalê peyamek weşand.

Îro Serok Barzanî di bîranîna 8mîn salvegera komkujiya Şingalê peyamek weşand ku ev jî naveroka peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Îro 8 sal biser êrîşa terorîstên DIŞIê bo ser Şingalê re derbas dibe. Tawana genocide Şingalê birîneke gelek mezine li ser laşê gelê Kurdistanê. Di vê karesata han de xuşik û birayên Êzidî jiber Kurdbûna xwe û jiber ol û bîrdoziya xwe rastî pêla terorê ya terorîstan hatin. Ev tişta ku terorîstên DIŞIê li hember xuşik û birayên Êzidî kirin, domdarê ev zincîra karesat û tawanane ku bi dirêjahiya dîrokê li hember gelê Kurdistanê hatine kirin.

Di bîranîna komkujiya Şingalê de, cîhê xemgîniyê ye ku, rixmî hebûna rêkeftina navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî, ya derbarê pêşeroja Şingal û îdare kirina Şingalê de, hîn jî rêkeftin nehatiye cîhbicîhkirin û Şingal di destê hin komên çekdare ku rê nadin xelkê Şingalê û aware vegerin cîhên xwe û Şingal were awedankirin.

Pêngava yekem ya sarêj kirina birîna Şingalê eve ku, Şingalê radestî xwedanên xwe yên resen were kirin û ev hêzên derqanûnî ku dest danîne ser Şingalê, dev ji Şingalê berdin û rêkeftina Şingalê were cîhbicîhkirin. Herwiha lazime tedbîrên wisa werin stendin ku careke din karesat, zilim û tawanên wisa li hember Êzidiyan û pêkhateyên din neyên dubarekirin.

Di vê bîranîna dilsoş de, bi rêzdarî ve şehîd û qurbaniyên Şingalê bibîr tînin, herwiha ev pêşmergeyên qehreman jî ku bo rizgariya Şiganlê canê xwe feda kirin bi bîr tînin ku bûn sedema têk birina yekcarî ya efsaneya DIŞIê û serê terorîstên DIŞIê kete bin pêyên Kurdên Êzidî.

Hezar silav li rihê paqêj ya şehîdên Şingal û tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê

Mesûd Barzanî

3ê Tebaxa 2022an

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.