Îro salvegera komkujiya Êzidiyane

hîn jî gelek gorên bikomî yên Êzidiyan nehatine hildan.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine komkujkirin.

Îro 3ê Tebaxa 2022an 8mîn salvegera komkujiya Êzidiyane.

Di 3ê Tebaxa 2014an de terorîstên DIŞIê bi navê Îslamê êrîşî ser devera Şingalê kirin, gelek gund, bajarok û bajarê Şingalê jî wêran kirin, gelek cîhên olî yên Êzidiyan jî teqandin.

Ji bilî wan, bi dehan hezar welatiyên Êzidî ji aliyê terorîstan ve hatin şehîdkirin, bi dehezaran welatiyên Êzidî jî ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatin revandin û heta niha çarenivîsa gelek ji wan nediyare.

Herwiha gelek gorên bikomî jî hene ku heta niha nehatine hildan û awareyên Şingalê jî hîna beşeke mezin ji wan venegeriyane ser warên xwe.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.