Derbarê komkujiya Êzidiyan de peyamek weşand.
Îro 3ê Tebaxê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta salvegera komkujiya Êzidiyan, peyamek belav kir ku ev jî naveroka vê peyamê ye;
Di 8mîn salvegera genocide kirina xuşik û birayên Êzidî bi destê terorîstên DIŞIê li Şingal û derdorê, bi xemdarî ve şehîd û wendahiyên ev tawana hovane ku têde bi hezaran kes bi awayeke bikomî hatine şehîdkirin, wendakirin û awarekirin, dikin.
Ev tawana han ewqas biêş û dilhejên bû ku, ti caran nayê jibîrkirin û bû sedema hejandina wêcdana gelê Kurd û mirovatiyê lewre lazime bi ti awayî rê neyê dayîn ku ev tawana han û ev komkujiya han were dubarekirin.
Di vê bîranîna han lazime em rola hêzên pêşmerge yên Kurdistanê ya bi ferman û Fermandariya raste rast ya Serok Barzanî, bo rizgar kirina Şingalê neyê jibîrkirin, ji ber ku Şingal bi xwîna sedan pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê ji destê terorîstên DIŞIê hate rizgarkirin.
Mixabin di dîroka kevnar û ya nû de xuşik û birayên Êzidî rastî gelek êş û azaran hatine, niha jî jiber xwe ferizkirina komên çekdar Şingal heta niha ne arame û şêniyên vê yên aware nikarin vegerin ser malên xwe, jiber vê çendê di vê bîranîna han de ev berevanî ji cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê, normal kirina rewşa deverê û derketina komên çekdar yên derqanînî ji deverê dikin daku bi vê rengî dawî bi êş û azarên awareyên Şingalê were anîn û bi serfirazî vegerin ser cîhên xwe.
Di vê bîranîna xemgîn de em vê yekê dubare dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam be, li ser hewldanên xwe yên li gel hikûmeta federalî û civaka cîhanî ji bo vegerandina serfirazane ya xuşik û birayên Êzidî û ser warên xwe, û herwiha tekez li ser xizmet kirina zêdetir û şayistetir ya Şingal dikin li gor zagona rizgarbûyên Êzidî yaku ji aliyê parlementoya Îraqê ve hatiye pejrandin, lazime kesûkarên qurbaniyan werin qerebûkirin, di heman demê de hikûmeta herêma Kurdistanê li gel tîma navnetewî ya lêkolîn kirin li ser tawanên DIŞI, hevkarî û hemahengiya xwe didomîne bo darizandina Tawanbarên DIŞI û erşîv kirina wan tawanan û bi cîhan nasandina genocide xuşik û birayên Êzidî.
Hezar silav li rihê paqêj yê şehîdên genocida Şingal û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin