Hikûmet: Bila aliyên çekdar û ewlekarî destwerdanî di karûbarên siyasî de nekin

lîwayeke artêşa Îraqê piştîvaniya xwe bo xwepîşanderan diyar kiriye.
کوردستان TV
100%

Rewşa Îraqê gelek aloze vê îro dîsa xwepîşandan were kirin.

Kontrol kirina parlementoya Îraqê ji aliyê alîgir û endamên tevgera Sedir ve berdewame û biryare îro danê êwarê jî çarçoveya hemahengî li dijî Sedir û alîgirên Sedir dest bi xwepîşandanê bikin.

Di vê rewşa han de Serokatiya civata wezîran ya Îraqê daxwaz ji hêzên çekdar û ewlekarî yên Îraqê kiriye daku bi ti awayî destwerdanî di karûbarên siyasî de nekin û erkê wan parastina xelk, berejwendiyên welat û sînorên welat be.

Ji aliyê xwe ve wezareta berevaniya Îraqê nûçeya ku behsa vê yekê dikir ku lîwaya 11an ya Îraqê piştîvaniya xwepîşanderan dike red kir.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.