Rewşa Îraqê her diçe aloztir dibe

Sedir dibêje ev pêngava yekem ya guhertina sîstemê ye li Îraqê.
کوردستان TV
100%

Çarçoveya hemahengî jî îro xwepîşandanê dike.

Aloziyên li Bexdayê berdewamin û ev sê roje parlementoya Îraqê ji aliyê endam û alîgirên tevgera Sedir ve hatiye kontrolkirin.

Duhê bişev jî Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir diyar kiribû ku kontrol kirina parlemento û navçeya Kesk ya li Bexdayê gava herî girîng û sereke ya guhertina rejîma niha ya Îraqê ye û lazime xwepîşander di nava parlementoyê de bimînin.

Piştî vê peyama Sedir, Serkirdeyên çarçoveya hemahengî ku nêzî Îranê ne daxwaz ji endam û alîgirên xwe kirine ku îro seat 5ê êwarê li taxa Kerade ya li Bexdayê kom bibin û dest bi xwepîşandaneke berfire dijî Sediriyan bikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.