Dibêje lazime rê neyê dayîn ku Tirkiye operasiyonê bike.
Zêdetir ji 120 parlementerên firaksiyonên curbicur yên di nava parlementoya Franseyê de li dijî operasiyona Tirkiyeyê ya bo ser Rojava ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) daxuyaniyeke hevpar belav kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Erdogan metirsiyeke gelek mezine bo ser aramî û ewlekariya deverê û lazime pêşiya Erdogan were girtin.
Ev parlementer herwiha daxwaz ji hikûmeta Franseyê kirine ku li dijî operasiyona Tirkiyeyê berevanî û piştîvaniya Rojavayê bike û rê nede Tirkiye operasiyonê bike.
Ev parlementerên han herwiha daxwaz kirine ku asmana Rojavayê bo balefirên Tirkiyeyê were daxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin