Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurd ti carî xwe bo rejîma Besê neçemand

dibêje enfal kirina Barzaniyan bû sedema bihêztir bûna berxwedan û têkoşîna gelê Kurd.
کوردستان TV
100%

Li Barzanê Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Îro li Barzanê Serok Barzanî beşdarî di merasîma veşartina termên 100 enfalkiyên din kir û gotarek jî pêşkêş kir.

Serok Barzanî ragihand ku tawana wan enfalkiriyan tenê ev bû ku Barzanî bûn û Barzan û gundên derdorê Barzanî heta niha 16 caran hatine wêrankirin.

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku, ev pêşwaziya germ û grseyî ji termên wan 100 enfalkiriyan nîşaneya hebûna têkiliyên bihêz yên rûhî ne di navbera me de.

Serok Barzanî diyar kir ku, rejîma dîktator zarokên 12 salî heta kalemêrên 90 salî enfalkir û dilê xwe xweş kir û digot Barzanî neman, lê enfal bû sedema bihzêtir bûna berxwedan û têkoşînê.

Serok Barzanî eşkere kir ku, enfal kirina Barzaniyan, ev yek îsbat kir ku, îradeya gelê Kurd ti carî xwe bo rejîmê neçemandiye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.