Serokê herêmê daxwazek pêşkêşî aliyên Îraqî dike

dibêje ti kêşe tuneye ku bi diyalogê neyê çareserkirin.
کوردستان TV
100%

Dibêjin werin Hewlêrê emê liwir giftûgo bikin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Îraqê de peyamek belav kir û têde dilgiraniya xwe ya li hember rewşa heyî diyar kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz ji aliyê siyasî yên ku di navbera wan de alozî hene, kiriye daku, bêhin fire bin û bo çareser kirina kêşeyan bi awayeke raste rast dest bi diyalogeke cidî bikin jiber ku di vê rewşa han de zêde bûna aloziyan, vê rewşa heyî zêdetir aloz bike û aştiya civakî jî bixe xeteriyê de.

Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku piştîvaniya daxwazên reva yên Xwepîşanderan dikin lê lazime şiko û serweriya dezgehên fermî jî were parastin.

Barzanî tekez li ser vê yekê kiriye ku Kurdistan hertim beşek bûye ji çareseriyê lewre daxwaz ji aliyên siyasî yên Îraqê jî kiriye daku werin Hewlêrê û li Hewlêrê bo çareser kirina arîşeyan dest bi diyalogê bikin û ti kêşeyek jî tuneye ku bi diyalogê neyê çareserkirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.