YE bo rêkeftinê bernivîseke nû radestî Îranê kiriye.
Jêderên dîplomatîkî û yên Amerîkî û Ewrûpayî diyar kirine, ku roja sêşema hefteya derbasbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, bo derfet xweş kirin bo gehêştin bi rêkeftineke nû li ser bernameya etomî ya Îranê bernivîseke nû daye Îranê û di nava bernivîsa nû de, gelek mijarên sereke hatine birojevkirin û YE dixwaze bi sêya bernivîsa han li gel Îranê bikaribe rêkeftineke nû îmze bike.
Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan jî di awayeke nefermî diyar kiriye ku Îran li dijî bernivîsa nûye lê jiber hin sedeman Îran carê naxwaze bi fermî dijatiya xwe li dijî bernivîsa han bi fermî eşkere bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin