Xwepîşander hewl bo têk birina dîwaran didin.
Xwepîşandana xelkê Îraqê li dijî aliyên şîe yên di nava çarçoveya hemahengî de ( aliyên siyasî yên ser bi Îranê) didomin.
Ji duhê ve, xelkê Îraqê dîsa li bajarê Bexdayê ketine kolanan û bi taybetî li meydana Tehrîr( azadî) xwepîşander kom bûne, li dijî aliyên di nava çarçoveya hemahengî didin.
Xwepîşander ku piraniya wan alîgirên Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedirin, niha êrîşî ser dîwarên navçeya kesk ya li Bexdayê kirin, hewl bo têk birina dîwarên vê navçeyê didin û daxwaza hilweşandina parlementoyê û hilbijartinên pêşwexte dikin.
Xwepîşander heta niha 5 berbest, (xalên kontrolê) têk birine û hêzên ewlekarî jî nikarin pêşiya wan bigirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin