Îsraîl rexne li Yekîtiya Ewrûpayê dike

dibêje Îran naxwaze rêkeftinê li gel welatên cîhanê îmze bike.
کوردستان TV
100%

Jiber amade kirina bernivîsa projeyeke nû rexne li YE dike.

Piştî ku Yekîtiya Ewrûpayê bernivîseke nû ya bo vegera Îranê bo ser rêkeftina etomî amade kir, Îsraîl jî rexne li YE kir.

Rayedarên Îsraîlê ji çapemeniya welatê xwe re diyar kirine ku ev bernivîsa han nayê qebûlkirin û nîşaneya vê yekêye ku cîhan û Îran nikarin li ser bernameya etomiya Îranê lihev bikin.

Rayedarên Îsraîlî ev yek eşkere kirine ku rayedarên YE duhê bi vê yekê hesiyane ku nikarin li gel Îranê li ser bernameya etomî lihev bikin.

Berpirsên Îsraîlî herwiha diyar kirine ku rayedarên Îranê jî dizanin ku eger di hilbijartinên Amerîkayê de aliyên komarîxwaz biser bikevin vê dîsa Amerîka ji rêkeftinê vekêşe lewre Îran ne amadeye ku rêkeftinê li gel YE û welatên din yên cîhanê îmze bike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.