Kolberek canê xwe ji dest daye.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê êwarê, çekdarên rejîma Îranê li sînorê bajarê Bane ya li Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de Kolberekî Kurd yê temen 35 sal bi navê Şêrko Çavşînî ku bavê zarokekiye canê xwe ji dest daye.
Herwiha di encama êrîşa han de 4 kolberên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin