Îraq daxwazek pêşkêşî civata ewlekariyê kir

Îraq daxwaza derxistina hêzên Tirkiyeyê ji CE dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje bila CE biryar bide ku Tirkiye hêzên xwe vekêşe.

Duhê bişev civata ewlekariya Netewên Yekgirtî li ser êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê yên li Îraqê bi taybetî êrîşa ser havîngeha Beroxê ya li Zaxoyê civiya.

Di civînê de rixmî ku civata ewlekariyê bi tundî ev êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê mehkûm kiriye hevdem hevl bo cîhbicîh kirina daxwaza Îraqê jî daye.

Di civînê de wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên jî amadebûye û gotarek jî derbarê êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê de pêşkêş kiriye.

Fûad Husên daxwaz ji civata ewlekariyê kiriye daku biryare derbarê derxistina hêzên Tirkiyeyê ji Îraqê derbike û bo derxistina pkk jî ji Îraqê hevkariya wan bike.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.