Artêşa Sûriyeyê daxuyaniyek weşandiye.
Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA artêşa vê welatî derbarê gefên Tirkiyeyê yên bo lidar xistina operasiyoneke din li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşandiye.
Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, tevahiya hêzên artêşê di amadebaşiya temem dene bo bersifdana her cure êrîşeke dagîrkerî ya Tirkiyeyê.
Artêşa Sûriyeyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de nivîsandiye: Hebûna Tirkiyeyê di nava axa me de dagîrkariye, em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin û ne tenê bersifeke dijwar didin her cure êrîş û operasiyoneke Tirkiyeyê belku em hewl bo derxistina yekcarî ya dagîkeran di nava axa xwe de didin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin