Çend pêşmergeyên Komele hatine girtin

dibêje di rêjên pêş de zaniyariyên zêdetir li ser vê bûyerê belav dike.
کوردستان TV
100%

Serokatiya giştî ya Komele dibêje li sînorê Urmiyeyê hatine girtin.

Serokatiya giştî komele daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, di rojên pêşiya me de, tîmeke me li sînorê Urmiyeyê li Rojhilatê Kurdistanê, ketiye kemîna pasdarên rejîma Îranê.

Komele di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku di encama kemîna han de mixabin hin endamên tîma me ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Komele diyar kiriye ku di rojên pêşiya me de vê zaniyariyên zêdetir derbarê bûyerê de bo raya giştî eşkere bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.