Gotiye lazime şandeke Tirkî biçe Îraqê û lêkolîn bike.
Wezareta karûbarên avê ya Îraqê ragihand ku li gor rêkeftinên navbera Tirkiye û Îraqê lazime ku Tirkiye rêjeya 50 heta 70 ji sedî herkîna avê li her du rûbarên dîcle û firatê bo Îraqê zêde bike lê niha Tirkiye tenê sedî 30 avê dişîne Îraqê.
Wezareta çavkaniyên avê ya Îraqê diyar kiriye ku di danûstandinên navbera şanda Îraqî û Tirkî de, Tirkiye eşkere kiriye ku bi merc dikare herkîna avê zêde bike û merca Tirkiyeyê jî bo vê yekê şandina şandeke Tirkiye bo Îraqê û lêkolîneke meydanî li ser rewşa avê li Îraqê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin