Boykota kompanî û berhemên Tirkî tê kirin

dibêje boykot dibe derbeke dijwar bo abûriya Tirkiyeyê.
کوردستان TV
100%

Bertekên dijî Tirkiyeyê li Îraqê her diçe zêdetir û tundtir dibin.

Duhê odeya bazirganî û pîşesaziya Îraqê derbarê topbaran kirina hevîngeha Berox ya li Zaxoyê ku têde 9 welatî canê xwe ji dest bûn û 23 welatiyên din jî birîndar bibûn daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de odeya bazirganî û pîşesaziya Îraqê daxwaz ji kerta taybet ya Îraqê kiriye daku dawî bi hevkariyên xwe yên li gel kompaniyên Tirkî bîne û mal û berhemên Tirkî hawirdeya Îraqê neke û wan boykot bike.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku niha rêjeya liv û tevgerên bazirganî di navbera Îraq û Tirkiyeyê de 20 miliyar dolare lewre boykot kirina kompanî û berhemên Tirkî vê derbeke dijwar ya abûrî bide Tirkiyeyê.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.