Li dijî biryara hikûmeta Tirkiyeyê xwepîşandan kirin.
Piştî ku Walîtiya Dêrsîmê ya li Bakûrê Kurdistanê ragihand ku rê nadin festîvala Munzûr û xwezayê were lidarxistin, komîteya amadekar ya vê festîvalê, ev biryara han ji raya giştî ya Dêrsîmê re parve kir.
Piştî vê parvekirinê Kurdên li Dêrsîmê û kesên ku bo beşdariya festîvalê serdana vê parêzgeha Bakûrê Kurdistanê kiribûn, daketin qadan û li dijî biryara han xwepîşandan kirin.
Xwepîşander eşkere kirin ku hikûmet bûye hikûmeteke qedexekar û her cure çalakiyeke taybet bi kemenetewan qedexe dike û em vê qedexekariya han qebûl nakin.
Weke tê zanîn biryar bû îro ev festîvala han destpê bike û heta 24ê Tîrmehê bidome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin