Derbarê êrîşa Tirkiyeyê de daxuyanî daye.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa duhê ya Tirkiyeyê ya bo ser havîngehekê li Zaxoyê peyamek belav kiriye ku naveroka peyamê wisaye;
Topbaran kirina heremekî ya havîngehekê li Zaxoyê ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve ku bûye sedema qurbanî bûna çend kesên medenî, bi tundtirîn awayî mehkûm dikim.
Me Wezîrê tendirostî Dr, Saman Berzencî şandine cîhê bûyerê û li gel berpirsiyarê îdareya serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo jî peyvîme daku her tiştek ku pêwîst be bo birîndaran û ev malbetên ku ezîzên xwe ji dest dane, bikin.
Êrîş kirine ser xelkê medenî, ti hinceteke xwe tuneye, ev bûyerên han yên bi vê rengî, çend caran hatine dubare kirin, lewre lazime ev êrîşên han werin rawestandin, em li gel hikûmeta federalî di nava hemahengî dene bo lêkolîn kirina hûr û kûr berfire.
Herêma Kurdistanê bi berdewamî bo nava şerê navbera Tirkiye û pkkê hatiye rakêşan ku, zirarên mezin jî gehandiye welatiyên me û lazime dawî bi vê yekê were anîn.
Hevparê xemê kesûkarên qurbaniya me.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin