Vê asta ava dîcle û firatê zêdetir bike.
Peyvdarê wezareta çavkaniyên avê ya Îraqê Elî Razî ragihand ku êwara roja şemî, rayedarên Îraqî bi rêya vîdeokonferans li gel rayedarên Tirkiyeyê civîneke dirêj derbarê kêşeya avê de lidar xistine.
Di civîna han de Îraq jiber kêm kirina asta ava her du rûbarên dîcle û firatê rexne li Tirkiyeyê kiriye û lihember de jî aliyê Tirk soz daye Îraq daku asta ava wan her du rûbaran yaku dihereke Îraqê zêdetir bike.
Weke tê zanîn jiber ev bendavên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine çêkirin, rêjeya ava her du rûbarên dîcle û firatê yaku diherke Îraqê gelek kêm bûye û hefteya derbasbûyî jî hin parlementerên Îraqî daxwaz kiribûn daku balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê bo wezareta derve were vexwandin û nota ji Tirkiyeyê re were dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin