Cezayê girtîgehê ya heta hetayî dane wî.
Rayedarekî Îranî ku beriya demekê reviya bû Swêdê, li vê welatî, jiber dozên ku ji aliyê xelkê ve li dijî wî hatibûn vekirin, ji aliyê polîsê Swêdê ve hatibû girtin.
Navê wî rayedarê Îranî Hemîd Nûriye, Hemîd Nûrî, yek ji berpirsên bilind yên girtîgehên Îranê bû, Hemîd Nûrî, di du deheyên destpêkê yên Şoreşa Îranê de xwedan berpirsiyartiyên gelek mezin bûye di nava rejîmê de û herwiha berpirsiyarê yekem yê îdam kirina xelkê bi taybetî girtiyên siyasî di nava girtîgehên Îranê de bûye.
Nav hatî piştî 9 mehan darizandinê li Swêdê, roja pêncşemê ji aliyê dadgeha Swêdê ve bi cezaya girtîgehê ya heta hetayî hate cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin