Ukrayna nota daye Tirkiyeyê.
Hikûmeta Ukraynayê ragihand ku Tirkiye 5 miliyon dolarên wan diziye û lazime Tirkiye ya pereyan bişîne anjî li gor pereya han, pêdiviyên leşkerî bişîne bo Ukraynayê.
Hikûmeta Ukraynayê ragihandiye ku li gel Tirkiyeyê bo kirîna kereste û pêdiviyên leşkerî bi qasî 5 miliyon dolar li gel Tirkiyeyê rêkeftin kirine lê heta niha Tirkiye ne tenê rêkeftin cîhbicîh nekiriye belku pereyên me jî wergirtiye û heta niha tiştek jî ji Ukraynayê re neşandiye.
Ukrayna nota daye Tirkiyeyê û jê re gotiye an pereyên me bide me, anjî keresteyên me bo me bişîne.
Weke tê zanîn beriya niha jî Ukrayna Tirkiye bi vê yekê tawanbar dikir ku genimên Ukraynî yên ku ji aliyê Rûsyeyê ve hatine dizîn, ji Rûsyeyê dikire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin