Biryare zêdetir ji 1 miliyon kes li Bexda kom bike.
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ku ji prosesa siyasiya Îraqê vekêşaye, biryar daye daku, roja înê 15ê Tîrmehê, li Bexdayê hêza xwe ya civakî û siyasî nîşan bide.
Sedir ferman bi alîgir û endamên tevgera Sedir kiriye daku, bo xwendina nimêja înê li Bexdayê yek miliyon kes kom bikin.
Sedir dixwaze bi kom kirina ev yek miliyon kesan, hêza xwe ya siyasî û civakî nîşanî aliyên din yên siyasî yên Îraqê bide.
Biryare komîteya organîzator yaku ji 500 kesan pêk hatiye karê organîzekirina ev kombûna han bike.
Ji aliyeke din ve biryare îro çarçoveya hemahengî yaku ji aliyê şîe yên ser bi Îranê ve pêk hatiye li Bexdayê kom bibin û hewl bo diyar kirina kesek were Serokwezîrê Îraqê, bidin.
Weke tê zanîn di cotmeha derbasbûyî de li Îraqê hilbijartin hatin kirin lê heta niha aliyên siyasî yên Îraqê nikarîne hikûmeta nû ya Îraqê ava bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin