8 welatiyên Kurd hatin girtin

heta niha derbarê sedema girtina wan de ti zaniyarî nehatiye bidestxistin.
کوردستان TV
100%

Duhê li bajarê Baneyê hatine girtin.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê duşem hêzên îtlaata Îranê, li bajarê Bane ya li Rojhilatê Kurdistanê, dijî welatiyên Kurd operasiyonek lidar xistine.

Di encama operasiyona han de 8 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatine girtin û heta niha derbarê sedema girtina wan de ti zaniyarî jî nehatine bidestxistin.

Du ji wan welatiyan li malên xwe û 6 welatiyên din jî li cîhên karên xwe hatine girtin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyare.

Temena wan 8 welatiyan di navbera 28 heta 38 saliye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.