Îdareya deriya Îbrahîm Xelîlê daxuyanî da.
Li gora daxuyaniya îdareya deriya sînor ya Îbrahîm Xelîlê, hikûmeta herêma Kurdistanê û stafa deriyê bo pêşkêş kirina her cure asankariyan bo hatûn û çûna welatiyan pêşkêş bike û hikûmeta herêma Kurdistanê û stafa deriyê li ser vê pirensîba han berdewam dibin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku mixabin ji aliyê Tirkiyeyê ve, weke tê payîn karûbarên hatin û çûna welatiyan nameşin lewre ji aliyê din yê deriyê ve qerebalixî çê bûye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku îdareya deriyê û hikûmeta herêma Kurdistanê jî biberdewamî li gel aliyên Tirkiyeyê bo çareser kirina wan kêşeyan di nava diyalog û danûstandinê deye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin