Teqîn li nêzî rafîneyeke petrolê çê bûye.
Li gor çapemeniyên herêmî, şeva derbasbûyî li Rojhilatê Dêrazorê ya li Sûriyeyê teqîneke gelek mezin çê bûye.
Sputnîknews ya Rûsî belav kiriye ku duhê bişev teqîneke gelek mezin di nava rafîneyeke petrolê ya li Rojhilatê Dêrazorê çê bûye û agireke mezin jî ber rafîneyê ketiye.
Ev rafîneya han li nêzî navendeke leşkerî ya Amerîkayê ye.
Teqîn di nava rafîneya Omer yku nêzî navenda leşkerî ya Amerîkî ya bi navê conecoye çê bûye.
Heta niha derbarê zirarên teqînê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Piştî teqînê hêzên Amerîkî yên li deverê jî dest bi liv û tevgerên xwe yên leşkerî kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin