Li deriyê sînor rêwîng gelek dimînin.
Li gor zaniyariyên berdest, jiber nêz bûna betlaniya cejna Qurbanê, gelek welatiyên Îraq û herêma Kurdistanê qesta Tirkiyeyê dikin.
Jiber qerebalixiya zêde ya rêwîngan li ser deriyê sînor yê Îbrahîm Xelîlê zexteke gelek mezin çê bûye û qerebalixî jî heye.
Hate zanîn ku li deriyê sînor, rayedarên Tirkiyeyê, di cîhbicîh kirina karûbarên rêwîngan de kêmaniyan dikin û rêwîngan bi çend seatan dihêlin û hinek kes jî bi qasî 10 seatan li benda cîhbicîh kirina karûbarên xwe ne ji aliyê Tirkiyeyê ve.
Weke tê zanîn beriya niha balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê jî gotibû ku rojane zêdetir ji 7 hezar vîzeyên Tirkiyeyê didin welatiyên Îraqê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin