Daxwaz dikin asmana Rojavayê were daxistin.
Gefên Tirkiyeyê yên bo destpê kirina operasiyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê didomin û di vê çarçoveyê de jî 33 part û aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş bo raya giştî weşandin.
Di daxuyaniya hevbeş de par û aliyên siyasî daxwaz ji xelk û pêkhateyên Rojavayê kirine ku bi yek dengî li dijî operasiyonê rawestin.
Herwiha di daxuyaniyê de daxwaz ji civaka cîhanî jî hatiye kirin daku bo pêşî girtin ji operasiyonê û dubare bûna karesatên însanî, asmana Rojavayê Kurdistanê bo balefirên Tirkiyeyê were daxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin