Zêdetir ji 100 kesan hatine kuştin

zêdetir ji 27 hezar welatiyên Îraqê jî têde hene.
کوردستان TV
100%

Di nava 18 mehan de li kempa Hol hatine kuştin.

Nuneratiya Netewên Yekgirtî ya li Sûriyeyê raportek derbarê rewşa kempa Hol yaku endamên DIŞI û kesûkarên wan têdene, amade kiriye.

Di raporta han de hatiye diyarkirin ku kempa Hol metirsîdartirîn kempa cîhanê ye ku têde tundûtîjî û kuştin gelek zêdeye.

Di raportê de ev yek hatiye diyarkirin ku bi tenê di nava 18 mehan de zêdetir ji 100 kesan di nava vê kempê de hatine kuştin.

Di nava kempê de 27 hezar welatiyên Îraqê, 19 hezar welatiyên Sûrî û zêdetir ji 12 hezar welatiyên biyanî hene.

Weke tê zanîn kempa Hol di destê hêzên Sûriyeya demokratîk deye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.