Erdogan berdewame li ser gef kirinê

dibêje amadekariyên me bidawî bibin emê dest bi operasiyonê bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê operasiyoneke din lidar bixin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan piştî civîna duhê ya civata wezîran ya Tirkiyeyê ragihand ku armanca operasiyonên Tirkiyeyê yên li Bakûrê Sûriyeyê dabîn kirina ewlekariya netewî û parastina sînorên Tirkiyeyê ye û heta ev armanc bi temamî neyê bidest anîn vê operasiyonên me bidomin.

Erdogan tekez li ser vê yekê kiriye ku niha di pêvajoya amadekariyan dene û dema amadekarî bi dawî hatin vê dest bi operasiyonê bikin.

Weke tê zanîn ku Amerîka, Rûsye û hin welatên din jî li dijî operasiyonê ne û huşdarî jî dane Tirkiyeyê.

Pisporên ewlekarî yên Tirkiyeyê jî dibêjin ku armanca Tirkiyeyê ji vê operasiyonê ava kirina herêmeke tampon û bicîh kirina penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê li vê herêmê ye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.