Misir: Em nabine endamê ti hevpeymaniyeke dijî Îranê

daxwaz ji Misirê hatiye kirin bibe endamê NATO ya Rojhilata Navîn.
کوردستان TV
100%

Di nava dezgehên ewlekarî yên Misirê de dijatiyeke bihêz ya vê pêşniyarê tê kirin.

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî ragihandiye ku Misir bi ti awayî nabe endamê ti hevpeymaniyek ku li dijî Îranê be.

Li gor çapemeniya Misirê, di civîna navbera Fermandar û rayedarên leşkerî û ewlekarî yên Misirê de giftûgo li ser pêşniyara endam bûna Misirê di nava hevpeymaniya cîhanî ya dijî Îranê de hatiye kirin lê beşeke gelek zêde ji Fermandar û rayedarên leşkerî û ewlekarî yên Misirê diyar kirine ku ev razî nabin ku Misir bibe endamê hevpeymaniyake wisa.

Di civînê de hatiye diyarkirin ku di çarçoveya projeya ava kirina NATOya Rojhilata Navîn de ku dijî Îranê tê avakirin, ji Misirê jî daxwaz hatiye kirin bibe endam lê Misir ev yek qebûl nake.

Weke tê zanîn ev demêke ku bi pêşengiya Amerîka û Îsraîlê hewl bo ava kirina hevpeymaniyeke hevbeş bi navê NATO ya Rojhilata Navîn li dijî Îranê tê dayîn.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.