Duhê çû bû Siûdiyeyê.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ku duhê çû bû Siûdiyeyê, îro dawî bi serdana xwe ya bo Siûdiyeyê anî û ber bi Tehranê ve birê ket.
Biryare Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di serdana han de li gel rayedarên Îranê bicive û behsa têkiliyên navbera Tehran û Bexdayê bikin.
Kazimî duhê piştî civînên xwe yên li gel rayedarên Siûdiyeyê, hec kir û îro jî dawî bi serdana xwe ya bo Siûdiyeyê anî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin