Hijmara operasiyonên Îsraîlê her diçe zêdetir dibe.
Çend rayedarên niha û yên berê yên Amerîkayê ragihandine ku di nava çend mehên derbasbûyî de ajansa îstîxbarata Îsraîlê çend operasiyonên mezin û girîng di nava Îranê de lidar xistiye.
Ev berpirsên ku ku ji kanala cnn ya Amerîkî re peyvîne, dane zanîn ku di encama wan operasiyonên nepenî de ku navendên etomî û pisporên etomî yên Îranê kirine armanc gelek pisporên etomî yên Îranê hatine kuştin.
Ev rayedarên han dane zanîn ku di wan demên dawî de Îsraîl steratejiya xwe ya li hember Îranê guhertiye lewre operasiyonên nepenî yên Îsraîlê di nava axa Îranê de di wan rojên dawî de zêde bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin