Dibêjin Îran berdewame li ser destwerdanî kirin di karûbarên welatên din de.
Civîn û hevdîtinên Welîehdê Siûdiyeyê Mihemed Bin Selman li Misirê bi dawî hatin û piştî civînan li gel rayedarên Misirê, daxuyaniyeke hevbeş ya Misir û Siûdiyeyê hate weşandin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku yek ji mijarên civînên navbera Welîehdê Siûdiye û rayedarên Misirê, mijara destwerdanî kirina Îranê di karûbarên welatên derve de bûye û her du alî tekez li ser vê yekê kirine ku Îran hîn jî berdewame li ser destwerdanî kirin di karûbarên welatên deverê û têkdana rewşa wan welatan.
Misir û Siûdiye daxwaz kirine ku zextên zêdetir li Îranê werin kirin daku dev ji vê siyaseta xwe yaku tenê xizmeta zêdebûna nearamiyan dike berde.
Weke tê zanîn Welîehdê Siûdiyeyê beriya du rojan serdana Misirê kiribû û li Qahêreyê li gel Serokkomarê Misirê civiya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin